Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Em Dixwazin Naveroka Rêkeftinê Biweşînin, lê Qeter û Pakistanê Daxwaza Paşxistinê Kirine

JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê
JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê

Cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance got ku Pakistan û Qeterê daxwaz kirine ku belavkirina naveroka lihevtêgihiştina di navbera Amerîka-Îranê de "ji bo demek kurt" were paşxistin, lê rêveberiya Trump dê hewl bide ku roja Çarşemê wê eşkere bike.

"Bi rastî hin protokolên dîplomatîk hene ku ez baş jê fam nakim; Qeterî û Pakistanî yên ku di navbeynkariya vê peymanê de bi Îranê re alîkarî kirine, ji me xwestine ku belavkirina nivîsa tevahî ji bo demekê rawestînin. Em dixwazin ji gelê Amerîkî re bêjin ka di peymanê de çi heye."

"Ev peymanek ji bo gelê Amerîkî ye," wî got.

Fox News di hesaba xwe ya Xê de hin daxuyaniyên Cîgirê Serok JD Vance weşandin.

Daxuyaniyên cîgirê serok di demekê de tên ku di gelek medyayên Amerîkî de rapor hene ku peyman dê bi qasî 300 milyar dolar lêçûnên ji nû ve avakirina Îranê peyda bike û cezayên Amerîkî dest li ser zêdetirî 100 milyar dolar ên Îranê yên cemidandî hilîne.

"Heta ku Îran tevgera xwe ya bi cîhanê re neguherîne, tiştek ji van dê neçe nav Îranê," Vance got.

Vance herwiha got ku derfetên aborî yên ji bo Îranê di peymanê de bi guhertinek bingehîn di tevgerên welêt de ve girêdayî ne, "ku ev dê ji bo Amerîkayê destkeftiyek mezin be.

Li Washingtonê, daxwaz ji bo weşandina naveroka tevahî ya peymanê zêde dibin.

Senatora Komarî Lindsey Graham, ku hevalbendek dilsoz yê Serok Trump e, bi berdewamî gumanên xwe li ser niyeta Îranê ya pabendbûna bi peymanan re anî ziman û daxwaz kir ku naveroka lihevtêgihiştê divê were Kongresê û li wir biryar were dayîn.

Serok Trump roja Sêşemê bi henekî got ku Lindsey Graham dê "bikeve di tengasiyek mezin de" ger ku gumana wî li ser peymanê hebe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG